Birêvebirina yekim mehrîcana navneteweyî ya qewm û etnîkan li Kirmaşanê
Rêveberê giştî yê çand û îrşada Îslamî yê parêzgeha Kirmaşanê got: Yekim mehrîcana navneteweyî ya qewm û etnîkan 19 heya 22 Çillê li Kirmaşanê tê li dar xistin.
Li gorî rapora Kurdpressê, Îbrahîm Rehîmî Zengenê nav koma nûçegihanan bal kişand ser lidarxistina mehrîcana navneteweyî ya qewm û etnîkan li Kirmaşanê û got : Ev mehrîcan bi beşdariya 10 komên mûzîkê ji qewm û etnîkên curbicure îranî û 3 komên welatên Tacîkistan, Hindistan û Efxansitanê ji 30 Dêyê heya 3 Behmenê li Kirmaşanê dê were li darxistinê.
Rêveberê giştî yê çand û îrşada Îslamî yê parêzgeha Kirmaşanê diyar kir: Ji parêzgeha Kirmaşanê jî 6 komên mûzîkê û 4 kom ji 10 komên şanoya ayînî li vê mehrîcanê beşdar bûne.
Wî tekez kir: Lidarxistian nîşangeha mod û kincan yekî din ji bernamên mehrîcana qewm û etnîkên îranî li Kirmaşanê ye ku li 15 odeyan ku 5 odeyên wê yên parêzgeha Kirmaşanê ne, tê lidarxistin.