Çile 04, 2017 17:01 Asia/Tehran
  • Prodoktoreke îranî bû hekema mêhrigana navnetewî ya fîlman a Ponayê ya Hindûstanê

Nêrgiz Abyar prodoktera sînemayê ya îranî, wekî hekma panzdehemîn mêhrigana navnetewî ya fîlman a Ponayê ya Hindûstanê hat bijartinê.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Nêrgiz Abyar prodoktora îranî ku van rojana fîlma wê ya bi navê Nefes tê nîşandayînê, wekî endameke desteya hekeman a panzdehemîn mêhrigana navnetewî ya fîlman a Ponayê ya Hindûstanê hat bijartinê û ligel desteya hekeman berhemên derbasî beşa pêşbirkan a vê mêhriganê bûne hildikole.

Panzdehemîn mêhrigana navnetewî ya fîlman a Ponayê ya Hindûstanê ji 10 heta 12`ê Çila sala 2017`ê li Hindûstanê tê lidarxistinê û Nêrgiz Abyarî ligel hekemên ji Swidê, Hindûstan, Polonîya, Serbistan, Serîlanka û Şîlîyê li bara fîlmên beşa sereke ya pêşbirkên vê mêhriganê hekemtîyê dike.

Berî vîya Resûl Sediramilî wekî nunerê sînemaya Îranê ji wan hekemên vê mêhrigana sînemayî bûye.