Bijartina sê fîlmên îranî li Mêhrîgana Navneteweyiya Fîlmên 5 Parzemînan a Vênêzoêlayê
Fîlmên îranî yên bi navê ``Ji bo wî/ê``, ``Ji me`` û ``Bûyereke biçûk`` ji bo beşdariya li beşa pêşbirkê ya Mêhrîgana Navneteweyiya Fîlmên Pênc Parzemînan a Vênêzoêlayê hatin bijartin.
Li gorî rapora rojaçarşemiyê ya IRNA`yê, Mirteza Sebzê Qeba kargêrê van sê fîlmên îranî ye.
Fîlma `Ji bo wî/ê` heta niha xelata baştirîn fîlma yekemîn fistîvala neteweyiya Fîlma Îran 1404 a Têhranê û fîlma `Ji me` jî xelata baştîrn fîlma duyemîn fistîvala navneteweyiya fîlma ``Lisbon Cinalfama``ya Portegalê bi dest xistiye.
Fîlma `Bûyereke biçûk` jî li beşa pêşbirkan a duyemîn Mêhrigana navneteweyiya Fîlma Pervazê ya Têhranê û çaremîn Mêhrigana navneteweyiya Fîlman a ``Kanyakmari``ya Hindistanê beşdar bûye.
Mêhrîgana Navneteweyiya Fîlma Pênc Parzemînan a Vênêzoêlayê bi awayê mehane tê lidarxistin.
Fîlmên sereke û çê yên Mêhrîgana Navneteweyiya Fîlma Pênc Parzemînan a Vênêzoêlayê dê xelata baştirîn fîlma mehê û Peykera Mêhrîgana Navneteweyiya Fîlma Pênc Parzemînan a Vênêzoêlayê bi dest bixe.
Merasima dawiyê û dayînan xelatên Mêhrîgana Navneteweyiya Fîlma Pênc Parzemînan a Vênêzoêlayê dê roja 26`ê Çileya 2017`an bê lidarxistin.