Ozgur Ozel Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) û hin berpirsên vê partiyê çûn avahiya Desteya Bilind a Hilbijartinan a vî welatî.
Çavkaniyên nûçeyan li bakurê Sûriyê ragehandin 9 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve di encama êrişa ser bakurê Sûriyê de hatine kuştin.
Elî Yêrlî-Kaya Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Tirkiyê îdia kir ku 48 gumanbarên têkiliya bi DAIŞ'ê ra li vî welatî hatine girtin.
Platforma bi navê "Em dê kuştina jinan rawestînin" li Tirkiyê ragihand ku di Adara 2024an da 25 jin li vî welatî hatine kuştin.
Abdullah Zeydan û Neslihan Şedal Hevşaredarên bajarê Wanê yên ser bi DEM Partiyê piştî wergirtina mazbataya xwe, xebata xwe ya fermî dest pê kirin.
Şêwirmendê beşa çapemeniyê ya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragehand ku 27 endamên PKK û YPG di yek heftiya buhurî de li navçeya kurdnişîn ya Sûriyê û bakurê Iraqê de hatine kuştin.
WEezareta Navxwe ya Tirkiyê Behsa girtina 8 kesan bi tometa sîxoriya bo Rejîma Siyonîst kir.
Leyla Zana siyasetvana Kurd piştî rûdanên bi dû hilbijartinên Şaredariyê li bajarê Wanê axivî.
Piştî Saziya Dadweriyê ya Tirkiyê hêjatiya Evdilla Zeydan bo Şaredariya Wanê qebûl nekir, li bajarên klurdnişîn ên vî welatî bi taybet Wanê alozî derket.
Diyar bû îyî partî yek ji derdayiyên sereke yên hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê de ye, rayedarên vê partiyê xwestin ku Meral Akşener seroka vê partiyê demlidest wêde here.