Çile 18, 2021 19:48 Asia/Tehran
  •  Li seranserê Tirkiyê qedexeya derketina derva qediya

Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyê di 15ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê (AA), "Di 30yê Mijdara 2020î da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiribû.

Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Tirkiyê di nav hefteyê her roj di saet 21.00î da, di dawiya hefteyê da jî ji roja inê saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê bê qedexekirin.

Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya seranserê Tirkiyê di 15ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Li Tirkiyê cara ewil di navbera 4-7ê çileya pêşîn da derketina derva hatibû qedexekirin, ev jî cara heftemîn e.

Heta biryareke nû bê dayîn qedexeya derketina derva wê wiha dewam bike."

Serepeyv