Çile 18, 2021 11:42 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê - Berf û bagerê rêya 93 niştewarên Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê girt

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê berf û bagerê rêya 93 niştewaran girt.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li Başkaleyê rêya taxekê, li Gurpinarê rêya 9 taxan girt.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Şaredariyên navçeyan jî piştî ku berf barî, berfa rê û peyarêyan avêtin û xoyê reşandin.

Li Mûşê berfê rêya 64 gundan girt.

Berf û bagerê li Bidlîsê jî rêya 15 gundan, li Hekariyê rêya 4 gundan girt.

Ekîbên îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin, ekîbên şaredariyê jî berfa nav bajêr davêjin û xoyê direşînin.

 

 

Serepeyv