Çile 18, 2021 11:41 Asia/Tehran
  •  Ji keştiya ku li Behra Reş binav bû 6 kes sax hatin xelaskirin

Waliyê Bartinê yê Tirkiyê Sînan Guner: "Heta niha 6 kes hatin xelaskirin. Ji muretebatan cesedê 2 kesan jî hat dîtin."

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Waliyê Bartinê Sînan Guner der barê keştiya bar ya ku li Behra Reş li peravên Înkumuyê binav bûbû da ragihand 6 kes hatin xelaskirin cesedê 2 kesan jî hat dîtin.

Guner ji rojnamevanan ra daxuyand ji ber ku tu eleqeya keştiyê bi Bendêrgeha Bartinê ra tune ew bi zehmetî xwe digîhînin agahiyan.

Walî Guner wiha axivî: "Li gor agahiyên Enqereyê, keştî ne ya Ûrisan, ya Palauyê ye. Navê keştiyê Arvîn e. Keştiyê ji Gurcistanê bar dibir Bulgaristanê, lê ji ber hewaya nebaş ew dixwaze xwe bigîhîne Bendêrgeha Bartinê. Muterebatên keştiyê welatiyên Ukraynayê ne."

Guner wiha dewam kir: "Tevahiya muretebatan 13 kes in. Heta niha 5 kes hatin xelaskirin. Ji muretebatan cesedê 2 kesan jî hat dîtin. Pelên mezin hene, ji ber vê bot nikare dora xwe bibîne. Ji bejahiyê em telîmatan didin ku ew xwe bigîhîne. Li hêla zinaran va jî 2 kesên destê xwe dihejînin hene û em hewl didin xwe bigîhinin wan."

Ji bo ku keştiyya binav bûyî û xebatên xelaskirinê ji Fermandariya Hêzên Behrê firqateyneke bi navê Fatîh TCG jî hat wezîfedarkirin ku ew ji Eregliyê here herêmê.

Serepeyv