Çile 17, 2021 10:14 Asia/Tehran
  • Li Idlibê di encama êrişa ser bargeha artêşa Tirkiyê de 3 leşker hatin kuştin

Li bakurê Idlibê, li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyêr hate xistin ku di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, li bakurê Idlibê li baregeha Batûbayê hate xistin. Di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Di hesabên komên çete yên dewleta Tirkiyê de hate îdîakirin ku tenê leşkerek birîndar bûye.

Rêxistina bi navê Ensar Ebû Bekir El Sidiq berpirsyariya çalakiyê da ser milê xwe.

Balkêş e ku demên dawî êrişên li Idlibê tên kirin, rêxistinên ku beriya niha navê wan qet nehatibû bihîstin berpirsyariya wan didin ser milê xwe.

Serepeyv