Çile 16, 2021 17:38 Asia/Tehran
  • Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû

Ji ber barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûra Dersimê, dîmenên xweşik derketin holê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûr a Dersimê dîmenên bêhempa û xeşik ketin ber objektîfa ajansa me.

Li seranserê rêya Pilûrê xanî û darên ku di bin berfê de man dîmên û wêneyên xweşik bi xwe re derxist holê. Barîna berfê ya li navçeyê kêfa xelkê navçeyê jî anî.

Ji ber mijê zêde Çiyayê Mûnzûrê nehat dîtin. Darên mazî û xaniyên gundan di bi berfê xemilîn. Li Avzêmên Mûnzûrê jî dîmenên ku mirov ji temaşekirina wan têr nabe xwe radixe ber çavan.

Serepeyv