Çile 16, 2021 08:48 Asia/Tehran
  • Golemêrg - Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin

Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û wargehan hat girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Colelêrg û navçeyên wê ji şevê din ve berfek zêde dibare. Ji ber berfa zêde li Navenda Colemêrgê rêya 21 gund û 47 gundikan, li Navçeya Şemzînanê rêya 18 gund û 69 gundikan, li Navçeya Geverê rêya 57 gund û 77 gundikan bi giştî rêya 289 gund û wargehan hatin girtin. Xebatên vekirina rê didome.

 

 

Serepeyv