Çile 15, 2021 23:31 Asia/Tehran
  • Li herêmên kurdî yên Tirkiyê rêyên 648 gundan ji ber berfê hatine girtin

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûş ên herêmên kurdî yên Tirkiyê ji ber berf û pûkê rêyên 648 gund û gundikan hatine girtin.

Ev du roj in li parêzgehên herêmên kurdî yên Tirkiyê berfeke giran dibare û bandoreke neyînî li ser jiyanê kiriye.

Li parêzgeha Wanê berf û pûka ku berê êvarê li cihên bilind destpê kiribû, bû sedema girtina rêyên 113 gundan.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Wanê li navçeya Miksê rêyên 70 gundan û li navçeya Elbakê jî rêyên 43 gundan hatine girtin.

Li ser vê yekê tîmên rêvekirinê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kirine.

Colemêrg

Berf û pûk li Colemêrg û navçeyên wê jî bandoreke neyînî li ser jiyana xelkên deverê kiriye.

Li gorî zanyariyên Parêzgerê Colemêrgê, rêyên 289 gundan ji ber berf û pûkê hatine girtin û xebatên tîmên rêvekirinê berdewam in.

Mûş

Sekreterê Giştî yê Daîreya Taybet a parêzgeha Mûşê, Şeyhmûs Yentur jî ragihandiye, ku li wê parêzgehê rêyên 86 jînwaran hatine girtin.

Yentur diyar kir ku xebatên rêvekirine hatine destpêkirin û rêyên ku hatine girtin dê di demeke kurt de ji hatin û çûnê re bên vekirin.

Bedlîs

Li gor agahiyan, li parêzgeha Bedlîsê jî ji ber barîna berfa giran rêyên 160 gundan hatine girtin.

Tîmên ser bi Daîreya Taybet a Parêzgeha Bedlîsê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatan kirine û welatî jî berfa ber cihên kar û malên xwe paqij dikin.

 

Serepeyv