Çile 15, 2021 20:51 Asia/Tehran
  • Erdogan Hêvîdar e ku Biden Ser Programa F-35'an Gavên Erênî Bavêje

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan îro got ku ew bi hêvî ye ku di bin seroktîya Joe Biden de gavên erênî di warê rola Tirkîyê ya di programa F-35'an de werin avêtin.

Wî got ku jiber kirîna mûşekên S-400'an derxistina wan ji wê program biryareke şaş bû.

“Ti dewlet nikare gavên ku em di warê sektora berevanîyê de bavêjin kontrol bike. Tenê emê wê biryarê bidin,” Erdogan li Stenbolê ji nûçegîhanan re got.

Wî da zanîn ku danûstandin bi Rûsya re didomin ku beşa duyê ya S-400an bişîne û ewê di dawîya vê mehê de civîneke ser wê mijarê pêk bînin.

Kirîna çekên Rûsî ji hêla Tirkîyê ve di navbera Waşîngtonê û Enqerê de ji mêjve bûye pirsgirêkeke mezin.

Waşîngton dibêje ku sîstema S-400 li ser firokên şerker yên F-35 û sîstemên berevanîyê yên NATO'yê gefan çêdikin.

Tirkîye vê yekê red dike û dibêje ku mûşekên S-400 wê di nava sîstemên NATO'yê de neyên xebitandin.

Serepeyv