Kanûn 05, 2020 09:03 Asia/Tehran
  • Ji bo gora Seîdê Kurdî dadgehê biryareke nû girt

Baroya Rihayê di 12'yê tîrmeha 2017'an de ji bo cenazeyê Bedîuzzeman Seîdê kurdî ku winda ye serî li Walîtiya Rihayê dabû û ji walîtî xwestibû arşîv û belgeyên heyî teslîmê wan bike. Walîtiya Rihayê nêzî du sal paşê, roja 18'ê avrêla 2019'an bersiv da û diyar kir ku tu belge û agahî di arşîva wan de nîn e.

Li gorî rapora Malpera Diyarname'yê, Piştî ev daxwaz hat redkirin Baroya Rihayê vê carê li 1'emîn Dadgeha Îdarî doz vekir lê dadgehê bi sedema mafê baroyê ku dozeke wisa veke nîn e, doz red kir.

Li ser vê vê yekê parêzer Murat Aydeniz û Nurullah Kuçukoglu ev biryara betalkirina dadgehê bir cem Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Entabê. Vê dadgehê biryara Dadgeha Rihayê şaş dît, xwest ew dadgeh careke din dozê veke, loma daxwaza parêzeran şand ber 1'emînh Dadgeha Îdarî ya Rihayê.

Dadgeha Herêmî ya Entabê di biryara xwe de got ku baro ku saziyeke raya giştî ye, di heman demê de parêzvana mafê mirovan e, sûcên ku tê îdîakirin li hemberî kesek an hin kesan hatine kirin dikare li ser navê wan dozê veke.

Dadgehê ji 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê xwest biryara xwe betal bike, dozê ji nû ve bigire dest. Niha doz dê dîsa here Dadgeha Rihayê.

 

 

 

Serepeyv