Kanûn 04, 2020 20:29 Asia/Tehran
  • Li Tirkiye 187 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 187 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 14 hezar û 316 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên îro roja pêncşemê 03.12.2020an yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 6 hezarû 511 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 520 hezar û 167 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 4190 kes baş bûne û hejmara kesên ku heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 418 hezar û 331 kesan.

Serepeyv