Kanûn 04, 2020 16:06 Asia/Tehran
  • Erdogan serokê CHP bi tûndî rexne kir

Serokomarê Tirkiyê serokê Partiya Gel ya Komarxwaz (CHP) partîya herî mezin ya dijbera hukumetê li parlemanta Tirkîyê rexne kir.

Li gorî malpera rojnama Yeni Akit a Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan rexne li Kemal Kilîçdarolu girt ku xwe li hemberî endamekî CHP ku gotibû hikûmetê arteşa Tirkiyê di berdêla dirav de firotiye Qatarê, bê deng kiriye.

Erdogan got: "Gelên wî welatî te nabexşînin û ji bîr neke ku te bi vî karî li artêş û leşkerên Tirkiyê heqaret kiriye".

Erdogan tekez kir ku ew ê destûrê nede heqaretê li artêşê were kirin û  wî CHP tometbar kir ku hewl dide bi van karan pirsgirêkên neqanûnî yên di nav partiyê de veşêre.

Kilîçdaroglu dijberê helwêst û siyasetên Serokomarê Tirkiyê Erdogan e.

Serokê CHPê vê dawiyê rexne li birêveberî û kargêriya hukûmetê ya pêşîlêgirtina Korona kir û got: "Hukumeta ku nikare pênc maskan li hemwelatiyan belav bike, qet nikare di birêvebirin û kontrolkirina krîza koronayê de karekî bi bandor û serketî bike,"

Serepeyv