Kanûn 04, 2020 14:01 Asia/Tehran
  • Pentagon ji ber kirîna mûşekên rûsî wê Enqerê ceza bike

Ji ber kirîna mûşekên rûsî (S-400), aboriya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di projeya biryara qanûna xwe ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê erê kir.

Di projeya qanûnê ya aboriya Pentagonê de hate diyarkirin ku divê ji dîroka pêkanîna vê qanûnê ve, serokê Amerîkayê di 30 rojan de herî kêm 5 caran cezayan li Tirkiyê ferz bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirkiyê sala 2019`an mûşekên rûsî (S-400) kirîbû, ku bi wê yekê têkiliyên Amerîka-Tirkiyê aloz bûn, Waşîngtonê Enqere ji bernama xwe ya taybet bi balafirên (F-35) dûr xist û gefên ferzkirin cezayan lê xwar.

Serepeyv