Kanûn 03, 2020 22:34 Asia/Tehran
  • Kilîçdaroxlû: Bi nêrîna Erdoxên tu meseleyek li welêt tune

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) di axaftinekê da ji nêrîna hakimiyeta Tirkiyê û serokomarê vî welatî li meseleya kurdan û meseleyên din li welêt rexne kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) di axaftinekê da tevî amajeya bi meseleya kurdan, got: "Bi nêrîna hakimiyetê û Receb Teyib Erdoxan li Tirkiyê tu meseleyek tune. Li vî welatî haya wî ji tu berpirsiyariyekê tune. " 

 Li gorî nivîsîna rojnameya Cumhuriyetê, Kilîçdaroxlû di dewama axaftina xwe da got: "Erdoxên ji koşka xwe li gel dinêre û haya wî ji pirsgirêkên ku gel tûşî wan bûye, tune. Bi nêrîna wî ne pirsgirêkan esnafan li vî welatî heye, ya bazarî û xwediyên pêşeyî û ... Li Deryaya Sipî êrîşî ser keştiya me kirin, tu meseleyek tune. Li Idlibê 36 leşkerên me hatin kuştin, dîsa jî mesleeyek tune. Li Tirkiyê bi nêrîna Erdoxan tu pirsgirêkek tune. Ew ji Koşkê li meseleyan dinêre. Navbira wî û gel gellek zêde ye. Her tişt girêdayî bi kesekî kirine."

 

Serepeyv