Rayedarên Tirkiye û Ukraynê hevdîtin pêk anîn
Kanûn 01, 2020 10:08 Asia/Tehran
Tirkiye û Ukrayn hevkariyênm dualî berfireh dikin.
Li gorî rapora TRT'ê, Dênîs Şemîgal, Serokwezîrê Ukraynê di sefera xwe ya bo Tirkiyê digel Mistefa Varnak Wezîrê pêşe û teknolojiyê û Ismaîl Demîr, Serokê Rêxistina Pêşeya berevaniyê ya Tirkiyê li Stenbolê hevdîtin pêk anî.
Li gorî vê raporê, Rayedarên Tirkiye û Ukraynê derbarê berfirehkirina hevkariyê jibo cihanîna projeyên du welatan di warê pêşe, teknolojî û pêşeyên berevaniyê şêwirîn.