Cotmeh 28, 2020 14:23 Asia/Tehran
  •  Li Wanê; Kirê ji sedî 30 biha bûn

Li Wanê îsal ji ber krîza aborî kirêyên xaniyan ji sedî 30 zêde bûne. Serokê Komeleya Emlaqfiroşan Orhan Ozdek, anî ziman ku ji ber vî fiyetî mirov mexdûr dibin û got, divê ev bibe ji sedî 10.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Ozlem Yayan" nivîsiye: "Ji ber pêldariya kûra dowîzî û pêvajoya şewba KOVÎD-19'ê kirêyên xaniyan jî biha dibin. Li Wanê îsal kirêyên xaniyan ji sedî 30 biha bûn. Par li bajêr heqê kirêyan di navbera 250-700 TL'yî de bû, lê belê îsal di navbera 1000-1600 TL'yî de ye." 

MEXDÛRIYETA JI BER KIRÊ 

Serokê Komeleya Emlaqfiroşan Orhan Ozdek, anî ziman ku her sal heqê kirêyan ji sedî 10 zêde dibe, lê belê îsal ji sedî 30 zêde bûye. Ozdek, bilêv kir ku li bajêr kesên rewşa wan a aborî nebaş e di dayîna heqê kirê de zehmetiyê dikişînin û got: "Em ji xwediyên malan re tim dibêjin; alîkariya xwendekaran, mirovên rewşa wan a aborî nebaş û karmendan bikin. Ji lewra mirov mexdûr dibin. Dahata bajêr ne wekî ya berê ye. Ji lewra deriyên sînoran hatin girtin û piştî pandemiyê rewşa bazirganiyê bi temamî guherî. Ji ber kêmbûna bazirganiyê, çûnhatina pere, zêdebûna dolar û zêr, li Wanê pirsgirêkine mezin rû dane. Her wiha her diçe rêjeya betaliyê jî zêde dibe." 

‘DIVÊ HEQÊ KIRIYÊN BÊ KÊMKIRIN'

 Ozdek, destnîşan kir ku heqê kirêyan divê her sal ji sedî 10 kêm bibe û got: "Îsal heqê kirêya daîreyên 3+1 di navbera 1300-1400 TL'yî de ye. Lê diviyabû herî zêde di navbera 800-1000 TL'yî de bûna. "

 Ozdek, anî ziman ku ji ber vê bi sedan mirov li kuçe û kolanan li xaniyên kirêya wan erzan digerin û got: "Divê heqê kirêyan bê kêmkirin." 

Her wiha Ozdek da zanîn ku ji ber avahiyên nû tên çêkirin ev pirsgirêk rû didin. 

SALEK NEQEDIYA HAT BIHAKIRIN 

Cîhan Kaya ku ji ber şewbê mecbûr maye dikana xwe bigire, anî ziman ku heya demekê karibûye heqê kirê bide, lê belê hîn sala wî neqdiyaye heqê kirê hatiye zêdekirin. Kaya got: "Me ji bo  salan peyman çêkiribû.  Ji ber pandemiyê sê mehan girtîbû. Lê cardin jî me heqê kirê dida. Paşê ji sedî 10 biha kir. Di vê demê de dewletê jî destek neda. Xwediyê dikanan jî bi ser me de hatin. Ji ber ku kar tunebû em deyndar bûn." 

 

 

Serepeyv