Cotmeh 28, 2020 09:39 Asia/Tehran
  •  Li Xîzana Bedlîsê zorî û zehmetiya berhevkirina gûzan

Li Xîzanê Edîp Kaya ku diçe ser darên gûzan ên bi metreyan bilind bi sirixan dargûzan dihejîne, bal kişand ser zor û zehmtiyên karî û got: "Ev kar dişibe ajotina wesayîtan. Tu şaşiyeke biçûk jî bikî tu li erdê yî. Gava tu bikevî yan tu dimirî yan jî dibî yê nav nivînan hew radibî."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Mehmet Şah Orûç" nivîsiye: "Li Xîzana Bedlîsê wextê berhevkirina gûzan dest pê kir. Gûzên Xîzanê ji ber rûnê xwe û tahma xwe tim balê dikişînin. Her wiha bandorek baş jî li aboriya bajêr dikin. Welatî diçin ser darên bi qasî 30 metreyan bilind û bi sirixan daran dihejînin da gûz bikevin. Îsal li navçeyê nêzî 50 kes ji ser daran ketine û birîndar bûne. Her wiha kesek jî jiyana xwe ji dest daye."

 ‘EYNÎ WEKÎ AJOTINA WESAYÎTÊ YE' 

Yek ji wan kesên ku ligel hemû xetereyan jî bi sirixan darên gûzan dihejîne Edîp Kaya yê 21 salî ye. Kaya, anî ziman ku 5 sal in bi sirixan dargûzan dihejîne û got, rojê 350 TL'yî distîne. Kaya, anî ziman ku salê bi giştî 20 rojî filan dixebite. Kaya, bal kişand ser xetereya ketina ji darê jî û got: "Hejandina dargûzan eynî wekî ajotina wesayîtan e. Tu şaşiyeke biçûk bikî tu li erdê yî. Gava tu bikevî yan tu dimîrî yan jî dibî yê nava nivînan hew radibî. Lê em ji mecbûrî vî karî dikin." 

Kaya, anî ziman ku rojê nêzî 120 kîlo gûz diweşîne û got: "Dizanim mirin jî tê de heye, lê ji bêgavî dikim." 

BIVÊ NEVÊYÊN ZIVISTANÊ 

Menîce Çetîn a 50 salî jî anî ziman ku nêzî 40 sal in vî karî dike û got, zivistanê hem îkramî mêvanên xwe dike hem jî wan dixe nav çorekan. 

Çetîn bilêv kir ku gûz bivê nevêyên zivistanê ne û got: "Tahma gûzên me şîrîn e. Em luqum û biskûvîtan îkramî mêvanên xwe nakin. Şevên zivistanê dirêj in, em li ber çayê dixwin û wan îkramî mêvanan dikin." 

 

 

 

Serepeyv