Cotmeh 27, 2020 13:19 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 75 kesên din bi Koronayê mirine

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de, li Tirkiyê 75 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên dawiyê yên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, li Tirkiyê di roja 26 cotmehê de 2,198 kesên din bi Koronayê ketine û 75 kesên din jî bi Koronayê mirine.

Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 saetan 1,618 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê 363 hezar 999 kes bi Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 9 hezar û 874 kesan canê xwe ji dest dane û 316,008 kes jî baş bûne.

Serepeyv