Cotmeh 27, 2020 09:57 Asia/Tehran
  • Li taxa Kaynartepe ya Amedê 1354 xanî têne xirakirin

Li taxa Kaynartepeya Baglara bi ser Amedê ve, Wezareta Bajarvaniyê biryar girt ku hezar û 354 xaniyên kevin xira bike û li wê taxê avahiyên nû lê bike.

Rûniştiyên taxê dibêjin ger dewlet heqê wan bide û di berdêla xaniyê wan ê kevin de xaniyên nû bide wan, ew ê kêfxweş bibin. Lê eger dewlet xaniyên nû nede wan û wan zirarmend bike, ew naxwazin xaniyên wan bên xirakirin. Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu jî dibêje li wê taxê tu kesek dê neyên mexdûrkirin û ew ê serê her kesekî xaniyekî nû bidin wan.

Li Taxa Kaynartepeya ya Navçeya Baglara Amedê li hin kuçe û kolanan bêdengiyeke mezin heye. Weke ku tax ji rûniştiyan vala bûye.

Sedema vê bêdengiyê biryara Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyê ye. Lewre li gorî vê biryarê dê li Taxa Kaynartepe li ser 53 donum erd xaniyên kevin bêne xirakirin û di şûna wan de xaniyên nû bêne lêkirin.

Weysî Işik jî yek ji van rûniştiyan e. Ew 45 salî ye. Ji dayikbûnê ve li vê kuçeyê rûdinê. Xwediyê dikaneke biçûk e û mala wî jî li ser dikanê ye. Tirsa wî ew e ku dewlet heqê wî nedê, bi buhayekî biçûk xaniyê wî jê bistîne û ew bê xanî bimîne.

 Rûniştvanê Taxa Kaynartepeyê Weysî Işik dibêje: “Îcar ku pereyên me nedin me, em weke xelkê Sûrê bi zarokên xwe re li ortê bimînin em ê çi bikin? Em ê biçin ku derê? Dewlet e, tu nikarî dengê xwe jî bikî. Em nikarin tiştekî jî bikin. Em li cihê xwe wisa rawestiyane. Em naxwazin ev der bêne xirakirin.”

Wezareta Bajêrvaniya Tirkiyê, bi hinceta ku xaniyên li vê taxê bê plan û proje ne û temenê wan ji 60 salan derbas bûye, biryara hilweşandina hezar û 354 xaniyan daye. Ev yek dê bandorê li ser 7 hezar rûniştvanan bike.

Serepeyv