Cotmeh 24, 2020 13:29 Asia/Tehran
  • 24ê Cotmehê; Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 2 hezar û 165 kesan, 74 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da 115 hezar û 979 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşên giran bû 1648, di 24 saetên dawîn da tedawiya 1493 kesên din hat temamkirin û jimara başbûyiyan derket 311 hezar û 520î.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 115 hezar û 979 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 2 hezar û 165 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 74 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1493 kes baş bûn. Bi vî awayî jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê hat temamkirin derket 311 hezar û 520 kesî.

Jimara testan bi tevahî derket 12 milyon û 992 hezar û 246an. Jimara nexweşan derket 357 hezar û 693yan, jimara miriyan derket 9 hezar û 658an, jimara nexweşên giran bû 1648, jimara nexweşên aktîf bû 36 hezar û 515an.

Serepeyv