Cotmeh 23, 2020 17:47 Asia/Tehran
  • Amed- Hevserokên HDPê hatin desteserkirin

Li Diyarbekirê (Amed) duh pêcşemê 22ê Cotmehê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Diyarbekirê û navçeya Bajarê Nû, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve operasyoneke hemwext hat kirin û hevserokê bajarê Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen û hevserokên HDPê yên navçeya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Qasim Kaya û Remziye Sizici hatin desteser kirin.

Serdegirtina herdû navendên HDPê di saet 12:00ên nîvroyê de hat kirin û piştî nêzîkî 5 saetan lêgerînê, bi desteserkirina hevserokan û dest danîna ser belge, kompîtur û telefonan bi dawî hat.

Piştî li navçeya Bajarê Nû lêgerîn xilas bû hevserokên navçeyê hatin desteserkirin, parlamentera HDPê Feleknas Uca daxuyaniyek da û da zanîn ku îxbarekî ji bo serdegirtinê wek hêncet hatiye nîşandan, lê serdegirtin, lêgerîna li avahiyan û desteserkirina siyasetmedaran bi awayekî bê zagonî û bê hiqûqî hatiye kirin.

Ji aliyê din ve, Hevserokên HDPê yên bajarê Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen beriya bên desteser kirin, daxuyaniyek belav kirin û anîn ziman ku ev bê dadî û bê hiqûqiya ku li wan tê kirin qebûl nakin û dê têkoşîna xwe bidomînin.

Serdegirtinên HDPê bi biryar û daxwaza Serdozgeriya Diyarbekirê hat kirin û hêncet jî; îxbar hatiye kirin ku "li ber HDPê 2 ciwanan pankartên der zagonî vekirine" hatiye nîşandan.

Serepeyv