Cotmeh 21, 2020 13:24 Asia/Tehran
  • Li Wanê bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

Li parêzeha Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê, civîn, mitîng, xwepêşandan û hemû cûrên din ên çalakiyan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniyê li parêzgeha Wanê, ji derveyî çalakiyên bi destûra Walîtiyê û qeymiqamtiyê, encamdana çalakiyên weke, meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, grêva birçîbûnê, vegirtina çadiran û hemû cûrên çalakiyên weke wan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji îro roja çarşemê 21ê Cotmeha 2020an destpê dike û heta  4ê Mijdara 2020an saet 23:59ê berdewam dibe.

Li gor daxuyaniyê biryara qedexeya çalakiyan, bi heceta “berevaniya ewlehiya netewî, mal û milkê xelkê û rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Coronayê” hatiye dayîn.

Serepeyv