Cotmeh 21, 2020 09:57 Asia/Tehran
  • Serokê parlemana Tirkiyê  Azerbêcanê ji bo berdewamkirina şer sor dike

Serokê parlemanta Tirkiyê, Komara Azerbêcan ji bo berdewamkirina şerê li Qerebaxê sor kir ku bi vê yekê gefeke eşkere li agirbesta roja şemiyê pêk hatiye, dixwe. SOHR'ê jî diyar kir ku Enqere amadekariya şandina çeteyên din ên Sûriyê ji bo Komara Azerbêcanê dike.

Serokê parlemana Tirkiyê Mustefa Şentop di axaftina xwe ya duh li parlemana Komara Azerbêcanê de, Azerbêcanê ji bo gurkirina şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de yê ji 27’ê Îlonê ve sor kir.

Şentop got: “Em bang li we dikin ku têkoşîn û parastina axa xwe bidomînin. Tirkiye li kêleka we ye.”

Di heman çarçoveya de artêşa herêma Qerebaxê ragihand ku artêşa Azerbêcanê zirarên mezin di warê hêz û alavan de di seatên çûyî de dîtin.

Topbarana di navbera her du aliyên şerê Qerebaxê de tevî bangewaziyên Meclis Ewlehiyê ya Navneteweyî yên pêkanîna agirbestê jî, dewam dike.

Li aliyekî din, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 2 rojên derbasbûyî de, 27 çeteyên Enqerê yên ji Sûriyê di şerê li herêma Binakok de hatine kuştin. Bi vê yekê ji destpêka şer ve heta niha 161 çete hatine kuştin.

SOHR'ê her wiha destnîşan kir ku Enqere amedekariya veguhastina komeke nû ya çeteyan ji bo Acerbêcanê dike ku heta niha herî kêm 2 hezar û 50 çete hatine şandin.

Serepeyv