Cotmeh 20, 2020 15:08 Asia/Tehran
  • Wan; Ji esnafan nirxandina krîzê: Aborî nemaye

Bazirganên bazara Wanê, diyar kirin ku bandorên krîza aboriyê bi pêvajoya pandemiyê re girantir bûn û gotin: “derhatya me tuneye, lê lêçûnên me pir zêde ne. Li welat aborî nemaye.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Bandorên krîza aborî ya li welat tê jiyîn, her roja ku diçe kûrtir dibe. Yek ji qadên herî zêde, krîzê lê bandor kiriye, qadên bazaran e.

Bazirgan mîna berê nikarin firotinê bikin û welatî jî nikarin xwe nêzî dezgeh bikin. Bazirganên bazara gel a li Taxa Bostanîçî ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê tê danîn, ji ber kêmbûyîna kirîn û firotinê bi gazinc in. Bazirganan, diyar kirin ku firotin ji sedî 50 kêm bûye. 

Helîn Ûygûn a di demên xwe yên vale de, li bazarê alîkariya bavê xwe dike, destnîşan kir ku ew hewl didin ji vê derê debara xwe bikin û wiha qala rewşa xwe kir: “Aborî me pir dide zoriye.

Kar tuneye. Ji ber ku kar tuneye, ez mecbur im li vê derê bixebitim. Berê kar hebû. Lê niha kar tuneye. Li bajarê me zivîstan pir dijwar derbas dibe. Ji ber vê  li vir, bazirganîkirin pir zor û zehmet e. Barê me her tim giran e.” 

‘DERHAT TUNEYE, LÊÇÛN PIRE’

Mûsa Yildiz jî, anî ziman ku li gorî salên bihurî ji sedî 50 qezenca wan kêm bûye û got: “Ji serê sibê de em tên bazarê û amadekariya xwe dikin. Lê kar tuneye. derhat tuneye, lêçûnên me pirin. Min ji bankayê kredî stand, lê ez nikarin deynê xwe bidim. Her tişt pir biha bûye. Pereyê min tuneye. Ez nizanim ezê çawan deynê krediya xwe bidim. Niha ez li 4 kesan mezê dikim. Êdî nema em dizanin emê çawan debara xwe bikin.” 

‘BI MIROVAN RE PERE NEMAYE’ 

Sûat Kaba jî, bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha têkildarî rewşa dijîn axivî: “Bi pêvajoya pandemiyê re û bilindbûna dowîzê re rewşa aboriya me hîn xirabtir bû. Mirovan, berê bi 20 TL’an dikaribûn mesredên mitbexa xwe temam bikin. Ji ber bêkariyê, berîkan mirovan vale ne. Ligel mirovan pere tuneye. Ev jî bandorê li karê me dike. Bêkarî pir zêde bûye. Êdî mirov nayên bazarê. Li welat aborî nemaye. Her roj rayedar derdikevin televîzyonê û dibêjin aborî baş e. Lê em vî karî dikin û baştir fêm dikin. Em baş dibînin ku aborî di çi rewşî de ye. Rastî pir cûda ye. Yên di nava vî karî de cih nagirin, nikarin me fêm bikin.”
 

Serepeyv