Cotmeh 20, 2020 10:31 Asia/Tehran
  •  Li Rihayê pêşbirka

Li Rihayê bi mebesta cîgirkirina îsota herî xweş a ku ji aliyê jinan ve hat amadekirin, pêşbirk hat lidarxistin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Ji aliyê Şaredariya Mezin ve, li Navenda Çandê ya Walî Kemalettin Gazezoglu bi diruşma "Tûjiya Herî Xweş a Cîhanê Îsota Urfayê" pêşbirk hat lidarxistin.

Di kategoriyên weke navxwarin û ecîna hişk de 246 kes bi îsotên xwe beşdarî pêşbirkê bûn û piştî elekên sereke, 82 îsot ku 62 ji wan di kategoriya ecîna hişk û 21 jî di kategoriya navxwarinî de mane fînalê.

Endamên juriyê ku di nava wan de Mahmut Tuncerê sitranbêj jî hebû piştî tamandina îsotan puan dan.

Di encama pêşbirkê de di kategoriya navxwarinî de Esra Çikma bû 1emîn, Hulya Karci, 2yemîn û Merve Peker jî bû 3yemîn.

Yên ku di kategoriya ecîna hişk de ketin dereceyê de dê piştretir werin ragihandin.

Herwiha yên ku ketin dereceyê de di dawiya bernameyê de zêrên ku weke xelat hatibûn diyarkirin, sitendin.

Hat dîtin ku dema endamên juriyê li tama îsotan nêrîn, ji ber dijwariya tûjiyê gelekî zehmetî kişandin.

Di pêşbirkê de ekîba şevên sirayê sitran gotin û ji bo mêvanan ecîna hişk û şêraniya şilikî hat îkramkirin.

 

 

Serepeyv