Cotmeh 18, 2020 10:36 Asia/Tehran
  •  Li Liceya Amedê wextê mehseran

Li navçeya Licê wextê ser mehseran dest pê kir. Şêniyên navçeyê dest bi çêkirina dims, benî û bastêqê kirine.

Li navçeya Licê ya Amedê bi hatine payîzê re wexte ser mehseran jî dest pê kir. Li mezrika Çelebî ya gundê Huseynîka, welatiyan dest bi berhevkirina tiriyê zerbûyî kirine. Welatî ji aliyekî ve tirî jê dikin li aliyê din jî tiriyê jê dikin bi qofeyan dibin mehserê ku cihê esirandina tirî ye. Piştî tirî tînin mehserê, dû re dikin şîre û dawiyê di sîtilan de dikelînin. 

Welatî bi vî şîreyê dims, benî û bastêqê çêdikin. Welatiyan anî ziman ku çêkirina dimsê ji ya benî û bastêqan rihetir e. 

Her wiha welatiyan bilêv kirin ku wê dims, benî û bastêqên çêdikin hinekî ji xwe re hilînin da zivistanê bixwin û yê mayî jî ji bo debara xwe wê bifiroşin.

 

 

Serepeyv