Cotmeh 13, 2020 15:07 Asia/Tehran
  • Rojnama Expressen a Swêdê: Erdogan cîhadîstan dişîne herêmên şer

Rojnameya Expressenê ya Swêdê diyar kir ku divê aloziya di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin. Rojnameyê diyar kir ku Erdogan cîhadîstan dişîne herêmên şer.

Rojnameyê diyar kir ku zimanê nefretê yê Erdogan di nav gelê Ermen de yê ku di qirkirina sala 1915’and e herî kêm milyonek Ermen hatibûn kuştin, rê li ber aciziyê vedike.

Di gotara rojnameyê de hate diyarkirin ku rojeva Îslamî ya Erdogan dişibe wekî ya çeteyên DAÎŞ’ê û got ku, “Erdogan li dijî ewlehî û jiyana me êdî gefeke gelekî mezin e. Erdogan xwediyê yek ji artêşa herî xurt a NATO’yê ye û li Iraq, Sûriye, Lîbya, Azerbaycan, Somalî û Bakurê Qibrisê baregehê wê yên leşkerî hene. Ji bo ku li dijî Kurd, Ermen û Siryanan şer bikin Erdogan meaşê cîhadîstan dide. Erdogan li Lîbyayê li dijî Artêşa Hefter ku laîk e şer dike. Erdogan peymanên navneteweyî bin pê dike û bi keştiyan çekan dişîne Lîbyayê.”

Rojname û nivîskar Kurdo Baksî di gotara xwe de bang li civaka navneteweyî dike ku ji bo Erdogan were sekinandin bila têkevin nav hewldanan.

Serepeyv