Îlon 30, 2020 23:05 Asia/Tehran
  • Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da

Servet Tûrgût ê li gel Osman Şîban ji helîkoptêrê hatibû avêtin û 20 roj bû di venêrîna awarte de dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Di 11'ê îlonê de esker li herêma di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de derketibûn operasyonê. Eskeran welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribû. Piştî du rojan ew li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê derketin holê ku tên tedawîkirin û hatine binçavkirin. Di raporên nexweşxaneyê de derketibû holê Tûrgût û Şîban ji helîkoptêrê hatibû avêtin û êşkence li wan hatine kirin. Servet Tûrgût ê bavê 7 zarokan 20 roj bû li beşa venêrîna awarte dihat dermankirin. Tûgût tevî hemû mudaxileyan jî rizgar nebû û vê sibehê jiyana xwe ji dest da. 

 

"ÊŞKENCE BI WÊNEYAN HAT PIŞTRASTKIRIN" Mezopotamyayê nivîsiye: "Avêtina Şîban û Tûrgût a ji helîkoptêrê û êşkenceya li wan hatiye kirin bi wêneyên Osman Şîban ku xwîn rijiyabûn ser çavê wî û di 17'ê îlonê de ji aliyê ajansa me ve hat weşandin di rojevê de deng veda. Piştî wêneyê Şîban ajansa me di 23'ê îlonê de jî wêneyê êşkenceya li Tûrgût hatiye kirin û di beşa venêrîna awarte de dihat razandin belav kir û ev her du wêne li Tirkiyê bûn rojeva sereke. Her wiha ajansa me xwe gihandibû rapora epîkrîz a nexweşxaneyê û bi raporê avêtina ji helîkoptêrê hatibû piştrastkirin."

 

 

 

Serepeyv