Îlon 24, 2020 15:38 Asia/Tehran
  • Şirnex; Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin

Li bajaroka Dêrgulê dest bi çinîna kunciyê hat kirin. Welatî ji bo tehînê kunciyên xwe hişk dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li bajaroka Dêrgul a Şirnexê, kunciyên ku meha Gulanê hatin danîn, niha tên çinîn. Welatî ji bo berhevkirina kunciyan serê sibehê zû dest bi kar dikin û kunciyên diçînin hişk dikin. 

BAR LI SER MILÊ JINA YE 

Xedîce Ayan ku bi dasê kunciyan diçîne, anî ziman ku ji çandina kunciyan heya çinîna wan û hişkirina wan bar hemû li ser milê jina ye. 

Ayan, bi kunciyan behsa çêkirina tehînê kir û got: "Piştî em kunciyan diçînin, em wan datînin ber tavê ji bo hişk bibin. Piştî 20 rojan hişk dibin û dû re em wan dadiweşînin. Piştî vê em wan dineqînin, dixin nav avê û piştî nerm dibin em qalikê wan paqij dikin û wan spî dikin. Dû re em li aş wan dihêrin û dikin tihîn." 

Ayan, da zanîn ku li gor par fiyetê tihînê bihatir bûye û got, niha kîloya tihînê bi 80 TL'yî ye. 

Omer Ayan jî anî ziman 12 donim kuncî danîne û got, lê belê ji ber av kêm bûye tenê li nava 8 donima kuncî şîn hatiye. Ayan jî diyar kir ku fiyetên kunciyan heqê mesrefên xwe derdixe û got, heqê keda wan bi dest wan dikeve.
 

Serepeyv