Îlon 23, 2020 07:56 Asia/Tehran
  • Macron û Erdogan mijara Derya Spî gotûbêj kirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de mijara Derya Spî û pêşhateyên vê dawiyê yên herêmî gotûbêj kirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh Sêşemê 22yê Îlona 2020an peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokmariya Tirkiyê, ragiahnd ku di peywendiya telefonê da ku li ser daxwaza Serokomarê Fransayê Macron hate encamdan, têkiliyên dualî yên Tirkiye-Fransayê û Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê ligel mijara Deryaya Spî û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê Erdogan gotiye ku sedema aloziyên li Derya Spî “ne hesibandina mafê rewa yên Tirkiyê û Tirkên Qubrisê ye” û aniye ziman ku “ew ti wateyê nadin ka çima Fransa piştevaniya îdiayên maksîmalîst û gavên Yewnanistanê û Başûrê Qibrisê (Beşa Rûman) ên rakêşiyan zêde dikin, dike.”

Herwiha hat  diyarkirin ku Erdogan tekezî li wê yekê kir ku çavê Tirkiyê di axa ti kesî de nîne lêbelê dê nehêle kes jî mafê wan binpê bike.

Erdogan behsa wê yekê kir ku ji bo daxistana rakêşiyan divê ew derfetên li ber destan e bêne nirxandin û pêvajoyên danustanê bên destpêkirin û got ku dixwazin hemî pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.

Serokomarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hêviya helwesteke avakar ji Fransayê dikin, sûdê di wê yekê de dibînin ku di navbera Tirkiye û Fransayê de mekanîzmaya şêwrê û danûstana bi berdewamî bê bikaranîn.

Serepeyv