Îlon 21, 2020 19:32 Asia/Tehran
  • Li Êlihê 6 jinên HDP’î hatin destgîrkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya ‘Em xwe diparêzin’ de li Êlihê hatin ba hev, polîsan êrîşî wan kirin, 6 jinên HDP’î destgîrkirin.

Li Êlihê jinan di çarçova kampanya TJA’yê de li dijî derketina ji Peymana Stenbolê çalakiyek kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û Meclîsa Jinên Ciwanan di çalakiyê de li Parka Şerzan Kurt a li Taxa Huryetê kurdeleya xemir a bi nivîsa ‘Peymana Stenbolê wê bide jiyîn’ daliqandin.

Polîsên Tirkiyê yên ku hatina jinan a parkê asteng kirin, êrîşî jinan kirin. Polîsan Endama Meclîsa Jinan a Şaredariya Êlihê Şehrîban Aydin, Sehger Aksoy, Gulistan Sonuk, Kezban Kurday, Zîlan Kaya û Bermal Can destgîrkirin.

Serepeyv