Îlon 19, 2020 20:31 Asia/Tehran
  • Macron: Divê Tirkiye danûstandinên berpirsyarane encam bide

Aloziyên di navbera Tirkiye û Fransayê de berdewam in û Serokomarê Fransayê ragihand ku divê Tirkiye danûstandinên berpirsyarane encam bide.

Tevî peyamên nerm û hewlên destpêkirina danûstandinên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de jî, alozî di navbera Tirkiye û Fransayê de berdewam in.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li hejmara xwe ya Twitterê derbarê krîz û aloziya li Derya Spî û hewlên çareserkirina wê krîzê bi zimanê Tirkî peyamek belav kir.

Emmanuel Macron di wê twîta xwe de amaje bi civîna li gireva Korsîkayê kir û tekez kir ku peyama wan ji bo Tirkiyê zelal e û divê Enqere dest bi danûstandinên bi berpirsyarane bike ku pirsgirêk bêne çareserkirin.

Serokomarê Fransayê li gireva Korsîkayê bi amadebûna Komara Qibris û welatên endam di Foruma Yekîtiya Welatên Başûrê Ewropayê civînek encam dabû û gotarek pêşkêş kiribû.

Macron di wê gotara xwe de gotibû, Tirkiye li navçeyê êdî ne hevbeşek e “pirsgirêka me li gel Erdogan ne li gel xelkê Tirkiyê” û “divê wek Yekîtiya Ewropa êdî peyameke zelal ji Tirkiyê re bê dayîn.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiv dabû van gotinên Serokomarê Fransayê û Macron bi êrişkirina bo ser Tirkiyê tohmetbar kiribû.

Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê gotibû, “Serokomarê Fransayê bi helwesta xwe ya netewperest aloziyan zêdetir dike û berjewendiyên Ewropa û Yekîtiya Ewropayê dixe ber metirsiyê.”

Serepeyv