Îlon 19, 2020 09:43 Asia/Tehran
  • Erdogan ji îstîfakirina El-Serac bedbîn e

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji daxwaza Fayiz El-Serac a îstîfakirina ji serokatiya hikumeta Wîfaqa Nîştimanî bedbîn e. Her wiha Erdogan careke din gef li dijî fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter xwarin.

Duh serokkomarê Tirkiyê  Receb Teyib Erdogan got: "Tirkiye ji agahiyên li ser daxwaza serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac a îstîfakirinê di dawiya Cotmehê de aciz e."

Erdogan di axaftina xwe de gelek gef xwarin û got: "Dê derbekar Hefter dûr an nêz têk biçe."

Li aliyekî din jî Erdogan wiha domand: "Tu astengî li gel me tune ne bi Misirê re diyalogê pêk bînin. Her wiha pêkanîna diyalogên îstîxbaratî bi Misirê re cuda û pêkan e û tu astengî tune ne. Lê belê lihevkirina wê bi Yewnanistanê re em xemgîn kirin."

Erdogan wiha da zanîn: "Em amade ne bi Yewnanistanê re diyalogê pêk bînin. Tu pirsgirêk tune ne ku bi serokwezîrê Yewnanistanê re hevpeyvînekê çêkin. Lê pirsa di vir de ew e ku gelo em çi nîqaş bikin û di kîjan çarçoveyê de li hev bicivin."

Erdogan got: Keştiya vekolînê ya ‘Oruç Reîs’ dê piştî xebatên sererastkirinê vegere rojhilatê Deryaya Spî.

Serepeyv