Îlon 18, 2020 15:43 Asia/Tehran
  •  Tirkiye; Li Meletiyê bi lerza 4,5an erdhej çêbe

Walî Aydin Baruş: "Heta niha tu îxbareke neyînî nehat kirin, lêkolînên ekîbên me dewam dike."

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Hekîmxana navçeya Meletiyê erdhejeka bi lerza 4,5an çêbû.

Li gor agahiyên ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat weşandin di saet 09.45an da li Hekîmxana navçeya Meletiyê 7 kîlometre di bin erdê da erdhejeke mezinahiya wê 4,5 bû çêbû.

- Ji Walî Baruş daxuyanî

Waliyê Meletiyê Aydin Baruş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir erdhej li seranserê bajêr hat hîskirin.

Baruş ji bo şêniyên Meletiyê got ku derbasî be û wiha pê da çû: "Ekîbên cendirme û AFADê têkiliyên bi taxan ra didomînin. Heta niha tu îxbareke neyînî nehat kirin, lêkolînên ekîbên me dewam dikin."

Serepeyv