Îlon 10, 2020 17:45 Asia/Tehran
  •  Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin

Li gundê Sarnûsayê ya navçeya Şaxê, giyayên li mêrgan tên berhevkirin bi hesp û qantiran tên kişandin. Gundî piştî giyayên xwe tînin gund, wan lod dikin û ji bo zivistanê hiltînin.

Li gundê Sarnûsa yê navçeya Şax a Wanê, welatî ji bo heywanên xwe amadekariyên zivistanê dikin. Welatî giyayên li mêrgan berhev dikin wan bi hesp û qanatiran dikişînin gund. Ji ber ku rêya ber bi mêrgê ve diçe tuneye, gundî mecbûrî giyayên berhev dikin bi qasî 5 kîlometreyan li ser pişta hesp û qantiran tînin gund. Gundî her roj şeveqê zû diçin mêrgê û heya êvarî ancax dikarin du seferan bikin. 

RÊ NAYÊ ÇÊKIRIN 

Şêniyê gund Fahrettîn Babûr, anî ziman ku niha pirsgirêka wan a mezin rê û av e û got, ji ber ku rêya ber bi mêrgan ve diçe tuneye mecbûrî giyayên xwe li ser pişta hesp û qantiran dikin.

Babûr, bilêv kir ku sibehê zû şiyar dibin û diçin mêrgê û got, ji ber rê tune ancax rojê dikarin du sefera bikin. Babûr got: "Ji ber ku rêya me tuneye, giyayê ku em di mehekê berhev dikin, di 2 mehan de jî bi hesp û qantiran dikişînin. Em du saetan dimeşin. Piştî em giyayan li ser pişta hesp û keran dikin, em li nav kevir meviran dixin û tên. Bi salan e em vê eziyetê dikişînin. Lê cardin jî rê nayê çêkirin." 

ZEHMETIYA MEZIN A HEYWANA YE 

Eyup Çakan, anî ziman ku karê dikin karekî pir zehmet e û got, ji ber vê carinan heywan dikevin erdê. Çakan got: "Giyayê em tînin têra heywanan nake. Lewma em ê 15 ton ka û ceh bikirin. Ji ber krîza heyî her tişt biha bûye. Ji ber vê fiyetê kayê jî biha bûye. Êdî em di ber hewanan re nagihên." 

Mehmet Çakanê ku zanîngeh kuta kiriye, ji ber ku tayina wî çênebûye alîkariya malbata xwe dike. Çakan, bilêv kir ku ji ber ku rê dirêj e, serê sibehê saet di 3'yan de radibin û di 9'an digihên malê. Em tatştêya xwe dikirin û cardin diçin. Dû re em cardin diçin. Ji ber ku lêçûnên me ji dahata me zêdetir e, lewma tiştek bi dest me nakeve." Alî Aydogan jî diyar kir ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin û got, giyayê ku dê zivistanê bidin heywanên xwe di mehekê de dikişînin gund. Aydogan xwest rêya wan bê çêkirin. 

 

 

Serepeyv