Îlon 05, 2020 09:39 Asia/Tehran
  • Dîsa Sakarya û dîsa êrişî karkerên kurd kirin

Karkerên ji Mêrdînê bo berhevkirina findiqan çûn Sakaryayê bi êrişa xwediyê kar û gundiyan re rû bi rû man. Karker ji bo vegerin Mêrdînê derketin rê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 16 karker ji bo findiqan berhev bikin çûbûn Sakaryayê. Xwediyê kar û gundiyan êrişî karkerên kurd kirin. Karker piştî êrişa li dijî wan pêk hat ji bo vegerin Mêrdînê derketin rê. Di kêliya êrişê de dîmen hatine kişandin û di dîmenan de jî tê xuyakirin ku xwediyê kar û gundî êrişî karkeran dikin û di dîmen de dengê qerefîzan û hawarê heye. 

HEQARET KIRIYE 

Bariş Demîr ê li dijî wî êriş pêk hat diyar kir ku beriya bûyerê di navbera wan û xwedî kar de tu pirsgirêk tune bûye û got: “Serê sibê ji bo kar em çûn baxçe. Xwediyê kar hat got ‘keriyê kuçikan’ xeber ji bo me got. Li ser vê yekê em ji baxçe derketin.” 

‘EV DER WELATÊ ME YE’ 

Demîr destnîşan kir ku xwediyê kar ji ber ku karker ji baxçe derketine gef li wan xwariye û dibêje “Qey hûn dibêjin ev der welatê we ye. Ev der welatê me ye” û wiha got: “Li ser vê gefê êrişî me kirin. 8 kesan êrişî me 3 kesan kir û bi dar û beran li me dan.” 

Piştî êrişê karker ji bo vegerin Mêrdînê derketin rê.

 

 

Serepeyv