Tebax 31, 2020 08:42 Asia/Tehran
  • Li Amedê 'Dîwarê Berlînê' tê çêkirin!

Li dinyayê dîwar û sînor têne sistkirin/rakirin, lê li Midûriyeta Rêyên Hesinî ya Amedê dixwaze bi dîwarekî dirêj Amedê ji navê de bike du parçe. Saziyên sivîl ên Amedê îtîraz kirin.

Xeta rêya trênê di sala 1935'an de li Amedê hat çêkirin. Dema ew hat çêkirin aliyek tije bû, aliyê din wekî niha tije nebûbû, Amed ew qas ne mezin bû. Lê niha li her du aliyên rêya hesinî bi hezaran kes dijîn û çûyîn hatin heye. Niha rê bûye pirsgirêk, lê saziyên sivîl ên Amedê tiştên ku niha midûriyet dixwaze bike wekî çare nabînin û dij derdikevin.

Midûriyeta Rêya Hesinî ya Amedê dixwaze dora xeta rêya hesinî bi temamî bigire. Plan ev e: Dê 50 Santî-Mitr dêwarek ji beton lêke, li ser 180 Santî-Mitr panel çît û li ser wê jî 50 Santî-Mitr dê têlên jilêtîn çêbike. Yanê diwarek 280 Santî-Mitr bilind, 12 kîlometre dirêj... Dema ev xet çêbibe Amed dê bibe du parçe; hatin û çûyîna her du aliyan dê bê sînorkirin; ne mirov, ne heywan dê nikarin derbasî aliyê din bibin.

21 saziyên sivîl ên Amedê dij derketin

Midûriyetê bêyî haya saziyên sivîl pê bixe, bêyî ji wan dîtinek bigire, bêyî Rapora ÇED'ê (Nirxandina Bandora li Derdorê) amade bike dixwaze çêbike û temam bike jî. Li dijî vê yekê 21 saziyên Amedê îro bi daxuyaniyeke dijî vê derketin.

Sazî dibêjin ev dîwar dê rêyên peyayan ê ofîsê, rêya Ofîs-Koşuyolu dê bê girtin ku xwendekar dê nikaribin herin û werin; rêya herêma Sîteya Kuçuk Sanayî dê bê girtin; rêya cihê dan û standinê û ya Yenîşerê dê bê girtin; ji  Fabrîkeya Tekelê ya Kevn heta Nexweşxaneya Egîtîm Araştirmayê, ji wir heta 4. Sanayî Sîtesî, li wan deran hemû rêyên peyayan dê bêne girtin; li hin cihên bajêr sewalên bê xwedî ku van deran bikar tînin dê rêyên wan bên girtin; ger ev dîwar çêbibe dê malbat, cîran û esnafên li her du aliyan dê ji hev biqetin, dê têkiliya wan qut bibe.

Di serî de DTSO (Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê), DTOB (Odeya Borsayê ya Amedê, TMMOB'a Amedê, Baroya Amedê, DTB (Odeya Tabîban a Amedê), Tesktîlkarên Amedê, Karsazên amedê, DÎSK'a Amedê, KESK'a Amedê jî di nav de 21 sazî ji ber van xalên jorî dijî projeyê ne. Sazî bang li midûriyetê dikin ku dest ji vê projeyê berde, dest ber nede ew dê serî li hiqûqê bidin.

Şaredariya Amedê xwestibû saz bike

Li aliyê din sala 2005'an Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di bin serokatiya Osman Baydemîr de wê demê xwestibû bi projeyeke baş vê meseleyê çareser bike. Li ser vê yekê Muharrem Cebe ku wê demê li şaredariyê li karê trafîkê mêze kir li ser twittera xwe re wisa nivîsî: "Wê çaxê me ligel TCDD'ê hevdîtin çêkir, ji bo hemû sazkirina dora rê me destûra fermî girt. Li aliyê rast û çepê rêyên hesinî dê 7+7 metre derdor bihata girtin, bi qasî trên bê dîtin dê çîtek bilind bihata çêkirin. Di her 2 kîlometreyê de dê rêya peyayan bihata çêkirin. Dora dê cihên meşê, qadên kesk, rêya bisqilêtan dê bihata çêkirin. Lê di protokolê de TCDD'ê hemû qezayên îhtîmal e çêbin dixist stûyê şaredariyê, loma Serok Baydemîr dest ji projeyê berda."

Ger dîwar bê çêkirin bi vî awayî Amed dê bibe du parçe...

 

 

Serepeyv