Tebax 18, 2020 12:40 Asia/Tehran
  • Li Wanê rojê 800 kes bi gumana Kovîd-19'ê serî li nexweşxaneyê didin

Hevseroka Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) Fîgen Çolakoglû, diyar kir ku nexweşxane tije bûne û got, her roj nêzî 800 nexweş serî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê didin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Piştî ku tevdîrên ji bo şewba vîrûsa Kovîd-19 hatin sistkirin û pêvajoya "asayîbûnê" dest pê kir, li gelek bajaran hejmara pêketîyan zêde bû. Nexasim jî li Enqere, Amed, Riha, Mêrdîn, Dîlok û Wanê hejmara kesên bi Kovîd-19'ê dikevin zêde dibin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Wanê Fîgen Çolakoglû, anî ziman ku hejmara pêketîyan piştî 1'ê Hezîranê, bi destpêkirina pêvajoya "asayîbûnê" re zêde bûye. Çolakoglû ragihand ku stratejiyên pêk tên bûye sedema aloziyekê û got: "Ev tişt sirf ji bo bêhan rewşa aborî derkeve hat kirin, lê belê ev jî nîşan dide ku bê tevdîrên hatine girtin çiqas bê qerar in." 

‘DÊ KAPASÎTEYA NEXWEŞXANEYAN TÊRÊ NEKE' 

Çolakoglû, diyar kir ku niha nexweşxane tije bûne û got, li cihên veguherandina yekeyên Kovîd-19'ê dor û rêzên dirêj çêdibin û got, piraniya ûnîteyên beşa awarte tije bûne. olakoglû, got:

"Heta li serwîsan nexweşên divê li beşa awarte bên razandin jî hene. Niha em nikarin bibêjin dê kapasîteya nexweşxaneyan nikaribe vê yekê rake, lê belê heger bi vî awayî, bi lez û bez dewam bike dê di nêz de emê li ser vê pirsgirêkê biaxivin. Di pêvajoyeke wisa de tu nikarî hemû nexweşan li nexweşxaneyê bigirî û ji xwe kapasîte jî têrê nake. Niha tenê nexweşên divê bên şopandin û nexweşên divê di beşa awarte de bimînin li nexweşxaneyan tên girtin. Ên mayî dişînin malê." 

ROJÊ 800 KES SERÎ LÊ DIDIN 

Çolakoglû, destnîşan kir ku rojê nêzî 800 kes serî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê didn û got, car heye zêdetirî vê hejmarê kes serî li nexweşxaneyê didin. Çolakoglû got:

"Gava mirov nexweşxaneyên din jî daxilî navê bike, ev hejmar dibe hejmareke pir mezin. Helbet ne mimkun e ku mirov ji bo van kesan hemûyan bibêje testa wan pozîtîf e. Niha ên aktîf nêzî 2 hezarî ne."

TÊKOŞÎNEKE HEVPAR 

Çolakoglû, destnîşan kir ku agahîyên şaş ên der barê şewbê de bûye sedema rehavetekê (sistî û xemsarî) û got, bi vî awayî di civakê de bîrbiriyeke "şewb qediyaye" belav bûye. Çolakoglû got: "A rast mirovan digot havîn bê wê bandora şewbê kêm bibe. Bi vî awayî bîrbiriye 'şewbê qediya, ji derheqê wê derketin' belav bû. Lê belê tabloya heyî nîşan dide ku ev yek qet jî ne wisa ye. Pêşî divê em vê qebûl bikin; ev şewb ne tiştekî salek an du salan e. Divê ev rewş bê qebûlkirin û li gor wê rê û rêbazeke rast bê şopandin. Di vê rewşê de bikaranîna maskeyan û mesafeya fizîkî pir grîng e. Saziyên dewletê û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê li dor têkoşîneke hevpar bên gel hev û xebatên tên kirin zelal bin. Ev pirsgirêk a me hemûyan e, lewma divê em bi hev re li hemberî wê têbikoşin."
 

Serepeyv