Tebax 08, 2020 00:04 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê carek din Şarbajêr bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê gundê Qamişyan ya dikeve ser herêma Şarbajêr li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine. Agirek mezin bi herêmê ketiye.

 Îro 07.08.2020ê piştî nîvro balefirên Tirkiyê çend gundên navçeya Şarbajêr ê sînorê parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Qaymeqamê qeza Mawet li sînorê navçeya Şarbajêr Kameran Hesen ragehand, piştî nîvro balefirên Tirkiyê zêdetirî carekî gundên Qamîş û Dirêyan a sînorê qeza Mawetê bombebaran kirin.

Herwaha ji ber wê bombebaranê agir ber bû pûş û giya û daristanên navçeyê, herwaha rez û baxên cotyaran şewitî.

Qaymeqamê qeza Mawetê got, ji ber bombebaranê ti ziyanekî canî çênebûye.

Serepeyv