Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
Tebax 04, 2020 20:25 Asia/Tehran
Li navçeya Şîro ya Meletiyê bi pîleya 5.7 erdhej çêbû. Erdhej li gelek bajarên herêmê jî hat hîskirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li gundê Tepehan ê navçeya Şîro ya Meletiyê erdhejeke tund çêbû. Li gorî Rasatxaneya Kandiliyê erdhej 5 kîlometre di bin erdê de bi pîleya 5.7’an pêk hatiye. Di serî de Xarpêt (Elazîx) û Amed erdhej li gelek bajarên herêmê jî hat hîskirin.