Tîrmeh 11, 2020 11:16 Asia/Tehran
  • 10ê Tîrmehê - 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 3 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê Vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 3 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 210 hezar û 965 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 323.