May 30, 2020 17:27 Asia/Tehran
  • Li Cizîrê qerentîne zêde dibe

Li Cizîrê gelek xanî û kolan dibin qerentîneyê de ne. Du kesên ji ber gumana nîşaneyên vîrûsa koronayê li nexweşxanê hatin razandin û dûr e mala wan xistin qerentîneyê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Welatiyê bi navê A.E. yê di qata 2 a avahiyeke li ser Cadeya Botaş a Taxa Nûr a navçeya Cizîr-Şirnexê rûdinişt, nexweş ket û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. A.E. yê li nexweşxanê testa wî hat girtin, bi gumana şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) sewqî Êlihê hat kirin. Ekîbên tenduristiyê piştî A.E., hevjîna wî G.E. jî bi heman gumanê rakirin nexweşxanê. Ekîban, herareta zarokên wan jî pîvan û mal xistin qerentîneyê. Dûre ketin û derketina malê hat qedexekirin. 

LI CIZÎRÊ QERENTÎNE ZÊDE DIBE 

Kolanên Heybetlî û Nehîr Yani yên Taxa Konak a navçeyê jî, ji ber bûyerên pozîtîf, li ketin û derketina welatiyan hatin girtin. Di heman taxê de, apartmana hejmara 14 a li Kolana Balik xistine qerentîneyê. Li Kolana Gulveren jî, daîreyên hejmara 2 û 14 kirin qerentîneyê. Li Kolana Han jî daîreya hejmara 7 xistin qerentîneyê. Li taxa Sûrê jî, daîreya hejmara 23 a li Kolana Kanal, daîreya hejmara 13 a li Kolana Uzum kirin qerentîneyê. Li taxa Nûrê jî, daîreya hejmara 7 a Kolana Balli û daîreya hejmara 11 a li Kolana Yazici kirin qerentîneyê. Apartmana hejmara 12 a li Cadeya Sitti Nefîs a li taxa Yafesê û apartmana hejmara 22 a li Kolana Lokman a Taxa Dîcle kirin qerentîneyê, ketin û derketin li welatiyan hat qedexwe kirin. 

GUNDEKÊ QILABAN DI QERENTÎNEYÊ DE YE  

Li aliyê din, gundê Elemûn ê navçeya Qilabanê jî xistin qerentîneyê. Li gund 2 kes bi vîrûsê ketin. Piştî hat tespîtkirin ku li gund vîrûs heye, xistin qerentîneyê.