May 30, 2020 11:34 Asia/Tehran
  • Dawûdoxlû:

Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê pêşbînî kir ku Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) ya vî welatî bi zûtirkê dê ji qada siyasetê mehv bibe.

Li gorî rapora ISNAyê, Ehmed Dawûdoxlû, Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê û serrokwezîrê berê yê Tirkiyê roja Îniyê tevî rexneya ji siyaseta navxweyî û derveyî ya Receb Teyib Erdogan serokomarê vî welatî got: Partiya AKPê li pey jidestdana cîgeha xwe ya civakî û berxwegirtina zorbêjiyê, her wiha li pey bêhitbarkirina Tirkiyê di asta navneteweyî da, dê hilweşe û bi zûtirkê ji qada siyasî wenda bibe.

Ehmed Dawûdoxlû ku yek ji damezirînerên AKPê bû, her wiha got ku di pêşerojê da dê tiştek bi navê AKPê li Tirkiyê nemîne.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê got: Tirkiye tûşî hin pirsgirêkan di warê azadî û dadmendiyê da bûye û çete ji zîndanan hatine berdan û rojnamevan di zîndanan da ne û belengazî û hejarî li Tirkiyê zêde bûye.

Amajeya Dawûdoxlû bi azadkirina zîndaniyên xeternak û rêberên Mafiyayê li gorî Qanûna Lêborandina Zîndaniyan e ku Parlimana Tirkiyê di Adara 2020î da û li çarçova tevdîrên dewletê jibo têkoşîna idjî Koronayê pesend kir; Lê rojnamevan, zîndaniyên siyasî û dijberên Erdoxên negirte ber xwe.