May 30, 2020 09:19 Asia/Tehran
  • Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ji ber gotinên wî yên li dadgehê derbarê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de lêpirsîneke nû da destpêkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta gotinên wî yên nivîskî yên parastina civîna 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ya di 15’ê çileye de derbarê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de lêpirsîneke nû da destpêkirin. Serdozgeriyê, gotinên “Rêveberê operasyona li dijî min Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ye. Hûn ê li pêşberî darazê hesab bidin.” Demîrtaş ji bo lêpirsînê hincet nîşan da.

Dozgeriyê, girtekên çareseriyê yên parastina nivîskî ku Demîrtaş di 15’ê çileyê de ji 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê re şandine jî xwest. Di çarçoveya lêpirsînê de parvekirinên ku li ser hesabê Twîtterê “Parastina Demîrtaş” hatine kirin jî li dosyayê hatin zêde kirin.Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman, li ser hesabê xwe yê medya civakê lêpirsîn ragihand. Parvekirina Karaman wiha ye: “Me dît ku li gotina, ‘hûn ê li pêşberî darazê hesab bidin’ jî lêpirsîna ‘terorê’ hatiye vekirin, şikur. Em dubare bikin wê demê hûn ê ji bo vê lêpirsînê jî li pêşberî darazê hesab bidin.”