May 30, 2020 09:19 Asia/Tehran
  •  Kurmên hevrîşimê ji pelên tûyan têr nabin!

Li Pasûrê ku yek ji deverên sereke yê kurmên hevrîşîmê ye, îsal 300 kesên din jî dest bi xweyîkirina kurman kirin. Welatiyên ku vî karî dikin xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Li Pasûra Amedê ku salê 475 ton û 745 kîlo kurmên hevrîşîmê lê tê hilberîn, di nav 52 bajarên Tirkiyê de di rêza ewil de ye. Îsal jî 300 kesên din dest bi hilberandina kurmên hevrîşimê kirin û li navçeyê hejmara kesên vî karî dikin bû hezar. Welatiyên ku li gundan vî karî dikin bal kişandin ser zor û zehmetiyên kar û xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve. 

Li gundê Hêlînê Zubeyîr Baran (68) ku li mala xwe kurmê hevrîşîmê xweyî dike, anî ziman ku karê ku dikin karekî zehmet e. Baran, got: "Hilberîn di orta Gulanê de dest pê dike heya dawiya Hezîranê didome. Tam em 35 rojan kurmên hevrişimê li odeyên xwe xwedî dikin. Di 35 rojan de 4 merheleyan derbas dikin. Yek, dudo, sisê û çaran bi xewê derbas dikin û tim bi pelên tûyan xwe xweyî dikin." Baran, bilêv kir ku ji ber ku kurmên hevrîşimê rojê divê sê caran pelên tûyan bixwin, ew hilberîner di warê peydakirina darê tuyan de zehmetiyê dikişînin û got: "Hilberîner pelên tûyan yeko yeko dibijêrin wisa didin ber kurman. Di pakêtek qoze de li gor xweyîkirinê nêzî 30-40 kîlo qozeya ter bi dest dikeve." 

BIHA PIR ERZAN E 

Baran, bilêv kir ku navçeya wan di warê kurmên hevrîşimê de di rêza yekemîn de ye , lê dîsa jî herî zêde li Antalya û Bûrsayê karê wê yê tevnkariyê tê kirin. Baran, diyar kir ku hilberîner û şêniyên navçeyê dixwazein tevnkariya wê herî zêde li Amedê be. Her wiha Baran, bal kişand ser keda hilberîneran û got: "Par me kîloya wê bi 65 TL'yan dida, îsal wisa dixuyê wê 70 TL be.

Qoze herî zêde di pêşeya tekstîlê de tê bikaranîn. Pê fûlar, şal, şalgerden û hwd. tê çêkirin. Ê zehmetiyê dikişînin em in, lê yên qezenc dikin ew in." 

HEQÊ KEDA WAN BI DEST WAN NAKEVE 

Mûrat Baran (22) jî anî ziman ku ji bo xweyîkirina kurmên hevrîşimê pir zehmetiyê dibînin lê dîsa jî qoze bi erzanî diçe û got: "Par me kîloya qozeya kurman bi 65 TL'yan da. Lê belê kedaku em didin pir zêde ye. Em jî dixwazin heqê keda xwe bistînin. 12 sal in vî karî dikim. Ji kalê me ji me re maye.".