May 29, 2020 22:59 Asia/Tehran
  • Sewqiyata dewleta Tirkiyê ber bi Idlibê ve didome

Dewleta Tirkiyê di nava 24 saetên dawîn de 100 alavên leşkerî şandin Idlibê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirkiyê ya dagirker di şandina sewqiyatên leşkerî û lojîstîk de, ya ber bi Idlibê ve berdewam e. Di 24 saetên dawîn de zêdetirî 100 alavên leşkerî di dergeha Kefer Losîn a bakurê Idlibê re derbasî Idlibê kirin û ber bi nuqteyên xwe ve şandin.

Hejmara alavên leşkerî ji dema agirbestê ve ku Rûsya û Tirkiyê di 5’ê Adarê de ragihandibû, gihaşt 3 hezar 710 alavî û bi hezaran leşker. Li gorî SOHR’ê hejmara leşkerên dewleta Tirkiyê li herêma Idlibê 10 hezar û 400 e.

Derbaskirin û tevgerên leşkerî yên dewleta Tirkiyê li Idlibê binpêkirina peymana ku di navbera Rûsya û Tirkiyê ya 5’ê Adarê de çêbûye, her wiha tevî wê jî Rûsya li hember binpêkirinên yekalî yên bênavber ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, bê deng e.