May 23, 2020 20:57 Asia/Tehran
  • Nordic Monitor: El-Qaîde bi serbestî li Tirkiyê tevdigere

Malpera Nordic Monitor a Siwêdî got: "Komeleyek tundrew ku têkiliya wê bi rêxsitina El-Qaîde û çeteyên DAIŞ`ê re li Sûriyê heye di bin sîwana alîkariyê de karê xwe bi serbestî li bajarê Edeneyê didomîne û alîkariyên madî li derve kom dike."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Malpera Nordic Monitor a Siwêdî bibîr xist ku serokê rêxistina xêrxwaziyê ya bi navê "Fuqera-Dêr" na jî" Alîkarî û Piştevaniya Bi Xizanan re" Hesen Suslo, li Sûriyê, Serîlanke, Burkina Faso, Yemen û Afganistanê çalak bû û diyar ir ku ev rêxistin destekê didin komên tundrew dike mîna El-Qaîde û DAIŞ`ê li Sûriyê.

Tevî tewanbarkirina Suslo û hevkarên wî li Tirkiyê bi terorê û binçavkirina wan, lê ev rêxistin karê li ser sînorên Tirkiyê –Sûriyê didomîne. Bê astengî pere kom dike û bi rêxistinên din re li Ewropayê xebatan dimeşîne.

Komeleya bi navê "Fuqera-Dêr" di 11`ê Îlona 2013`an de li bajarê Edeneyê ava bû. Destpêkê wek desteka lojistîk ji malbatên çeteyan re pêşkêş dikir. Di Hezîrana 2014`an de Suslo bi xwe li xwe mikur hat ku li cem wan malbatên endamên tundrew girîng in.

Ji derve ve diyar dibe ku Fuqera-Dêr ji desteya xêrxwaziyê (IHH) ya ku di belgeyên Konseya Ewlekariyê de wek rêxistinek desteka terorê dike hatiye bibîrxistin, cuda ye lê di pratîk de Suslo bi wê rêxistinê re kar dike.

Delîlên vê yekê jî di doza qetilkirina sefîrê Rûsya li Tirkiyê Andrei Karlov di 2016`an de eşkere bûn.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arınç dema di nîqaşên budçeyê de li parlamantoya Tirkiyê sala 2015`an axivî bi awayekî neyekser têkiliyên di navbera Fuqera-dêr û DAIŞ`ê de eşkere kirin.

Di doza Tehsîn Baykara de Bülent Arınç got: "Mixabin yek ji meleyên bajarê Bayramiç tev li DAIŞ`ê bûye."

Piştre diyar bû ku Baykara dostê Suslo serokê rêxistina Fuqere-dêr e. Her du li Edene mezin bûne û bi hev re di xebatên rêxistinê de kar kirine.

Suslo got: "Tahsîn Baykara yek ji kesên ku tev li civînên me dibûn. Par alîkariyên madî ji rêxistinê re pêşkêş kirin."

Malpara Nordic Monitor a Siwêdî ragihand: "Komkirina pere ji aliyê Fuqera-dêr  li Holanda bala desthilatan kişand ku dê ew pere ji komên terorîst li Sûriyê re bêne şandin. Piştre lêpirsîn girêdayî rêxistinê û şirîkên wê vekir.

Suslo bi rêya Facebookê wêneyên hevkariya di navbera komeleyê  û rêxistina Halal-Ume de belav kirin. Rêxistina Halaê-ume li Almanê li bajarê Bremen dixebite û ji hêla tirkan ve tê birêvebirin.

Tevî ku Suslo digel 13 kesên bi guman re li Tirkiyê di serdegirtineka de di 13`ê Çileya 2019`an de hate girtin, lê piştî çend rojan serbest hate berdan. Rêxistinê jî karê xwe bi serbestî domand.